Hûn Bi Xêr Hatin

Hûn dixwazin pirsan bişînin?

Eger hûn bixwazin pirsên we jî di vê aplîkasyona Kurdî de cî bigirin hûn dikarin pirsên xwe bi rêya WhatsAppê bişînin 🙂

Pirsên Kurdi0%
Pirsên Tirkî0%
Di derbarê aplîkasyonê de:
EZ Ê ÇAWA BI HEVALEKÎ XWE RE BILÎZİM?

Hûn dikarin di heman demê de bi hev re bilîzin lê hewce ye hûn heman zimanê pirsan hilbijêrin û heman demê de "Azmûna Şer" bitikînin. Eger hevalê we ne amede be hûn dikarin bi robot re bilîzin lê zanina robot a Kurdî piçek kêm e, hûn ê teqez wî têk bibin 🙂

EZ Ê ÇAWA BERSIVÊN ŞAŞ AGAHDAR BIKIM?

Em ne robot in 🙂 carinan  dibe ku em jî şaştiyan bikin û bersivên hin pirsan şaş bin, lê me jî çareseriyek dît. Dema ku hûn lîstin û lîstika we bida wî bû "Bersivan Bibîne" bitikînin. Hûn ê li herî jor  "!" vê bangnîşanê bibînin, li wir bitikînin, êdî kontrolkirin li aliyê me ye 🙂

PIRS ÇAWA TÊN AMEDEKIRIN?

Hemû pirs ji aliyê me hatin amedekirin û gelek zanyar, wêjesaz, nivîskar, sînemager, şanoger û hunermend ji bo çêkirina pirsan û nivîsa Kurdî de alîkarî dane me.

Lê êdî em dixwazin cî bidin pirsên we jî.  Eger hûn bixwazin pirsan bişînin vê nivîsa WhatsAppê bitikîn.

LÎSTIKÊN WE YÊN CUDA HENE?

Belê çend lîstikên me yên din hene. Lîstika me ya beriya niha ku bi navê "Saet Xweş" hate belvakirin ji aliyê Google Play ve hate astengkirin. Ji ber ku lîstikek dijwar û zêde sîyasî bû.  Lîstika me ya ji bo zarokan a bi navê "Stêregerê Kurd" hêj li ser  rûpela Google Playê ye. Eger hûn bixwazin bilîzin li vir bitikînin.

Niha em lîstikeke gelek xweş çê dikin, hûn jê pir hez bikin. Li bendê bin.

EZ ÇAWA DIKARIM ALIKARIYA WE BIKIM?

Em dixwazin lîstikên Kurdî zêde bikin lê em dixwazin bi we re bikin. Tişta ku hûn dikarin bikin aplîkasyona me ji hevalên xwe re bişînin, bila ew jî agahdar bibin, dema lîstikên ku em çê dikin pir werin lîstin em ê hêza çêkirina lîstikên nû bidestbixin.

EM KÎ NE?

Belê pirsa dawi, ev aplîkasyon wek teknikî ji aliyê Ferhat Baysal ve hate sazkirin, lê di amedekirina pirsan de rolê gelek kesan heye. Em spasiya xwe ji bo Ferhat Baysal dikin û ji bo hemû hevalên ku pirs amedekirin silavan dişînin.